Di xebatên me ên hunerî de, rola teknoloji û teknîka pêşketî bingehe

Di cîhana me ya îroj de, her tişt bi teknoloji re xwe dispêre demê.

Ger em bixwezin bi demê re hunera xwe pêşve bibin, pêwîste ku em rastiya pêşketina teknolojî li ber çav bibînin. Ji ber rastiyê, ev demekî dirêje, me dest bi xebata studio kiribu.

Bi rastî armanca me ji vê yekê ne xebatekî bazirganî ye, armanca me ya yekemîn ewe ku em bikaribin xebatên xwe bi rengekî zanyarî û hemdemî biafirînin, her wiha, ji bo hevalên xwe ên hunermend studio bibe derfetek û ji bo xort û ciwanên ku dixwezin, ber bi hunera paşerojê de gavekê bavêjin jî, bibe îmkanek.

Avakirina derfetek wiha, ger çiqas di bin zor û zehmetî de bê jî, lê belê, heya niha, berhemên ku me di reya vê derfetê re afirandine, me hem dil xweş dike û hem jî teşwîqa xebatek xurt dike.

Bi alîkariya çend hevalên pispor, di warê teknîk û aranjman yê de, em hewil didin ku bi teknolojiya herî moderin, xebatên xwe bixemilînin, lê belê pêwîste ku bêjim, her tişt jî ne teknolojî ye, di encamê de, her tişt bi cewherê giyan û hestên mirov re xwe diyar dike.

 

 

 

 

Ji bo xebata studio, hun dikarin pêwendî di rê ya info@x.xemgin.com bi mere çê bikin. An jî tel.: 0049-171-8353522